Şeva ne aram a Stenbolê hevgavê destpêbûna dubare ya xwenîşandanên dijî hikûmetê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356090-Şeva_ne_aram_a_stenbolê_hevgavê_destpêbûna_dubare_ya_xwenîşandanên_dijî_hikûmetê
Stenbol careka din veguherî qada xwenîşandan û kombûna dijî hikûmetê û neyarên Erdogan careke din daketin kolanan.
(last modified 2025-09-08T11:32:25+00:00 )
Îlon 08, 2025 18:34 Asia/Tehran
  • Şeva ne aram a Stenbolê hevgavê destpêbûna dubare ya xwenîşandanên dijî hikûmetê

Stenbol careka din veguherî qada xwenîşandan û kombûna dijî hikûmetê û neyarên Erdogan careke din daketin kolanan.

Bi hezaran neyarên Erdoganê serokomarê Tirkiyê li ser bangewaziya Ozgur Ozel, serokê CHP`ê, li ber teşkîlata Parêzgehê ya vê partiyê li Stenbolê xwenîşandan li dar xistin. Vê carê jî di xwenîşandanên li Tirkiyê de di navbera xelkê û polîs de pevçûn derket. Ozgur Ozel, serokê CHP`ê ji xelkê Tirkiyê xwestiye ta ku bi beşdariya li xwenîşandanan dijayetiya xwe li hember kivşkirina qeyûmên hikûmî ji bo şaredarên CHP`ê ragihînin. Nûçeyên ku hatine weşandin nîşan didin hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê avahiya CHP`ê ya li Stenbolê dorpêç kirine.