Mistefa Karasû: Divê Ocalan mêhwera sereke ya demajoya aştîyê be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356073-mistefa_karasû_divê_ocalan_mêhwera_sereke_ya_demajoya_aştîyê_be
Endamekî Konseya Rêvebir a KCKê got: Divê Ebdullah Ocalan wek akterê mêhwerî û muzakirekerê sereke di demajoya nû ya aştîyê da were naskirin û li meclisê biaxive.
(last modified 2025-09-07T12:02:57+00:00 )
Îlon 07, 2025 14:20 Asia/Tehran
  • Mistefa Karasû: Divê Ocalan mêhwera sereke ya demajoya aştîyê be

Endamekî Konseya Rêvebir a KCKê got: Divê Ebdullah Ocalan wek akterê mêhwerî û muzakirekerê sereke di demajoya nû ya aştîyê da were naskirin û li meclisê biaxive.

Mistefa Karasû ji ber helwesta hikûmetê û Komsyona Parlimanê ya himber demajoya aştî û civka demokiratîk`` rexne kir û got: Komsyona parlimanê ya taybet bi demajoyê divê berpirsane serederîyê bike û axavtina Ocalan li meclisê pêkan bibe. 

Karasû herwiha got: Divê hevdîtin bi awayekî berdewam u bi lezeke têrê bike bên domandin û Ocalan bi awayekî berdewam bi çîn û qatên curbicur ra hevdîtinê pêk bîne.

Karasû careka din amajeyî rola Ocalan di demajoyên sîyasî da kir û bal kişand ser hevdîtina bi wî re ya di 28ê Tebaxê da û ragihand ku ew hevdîtina ma derengîyê û got: Eva ku ev hevdîtina huqasî maye derengîyê, bi xwe helwesta hikûmeta AKPê nîşan dide.