Mitînga Aştiyê ya Stenbolê: Çavên her kesî li gavên dewletê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355989-mitînga_aştiyê_ya_stenbolê_Çavên_her_kesî_li_gavên_dewletê_ye
Bi boneya 1ê Îlonê Roja Cîhanî ya Aştiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Çareseriyê de, li Stenbolê mitîngeke girseyî hat lidarxistin.
(last modified 2025-09-01T13:18:21+00:00 )
Îlon 01, 2025 14:09 Asia/Tehran
  • Mitînga Aştiyê ya Stenbolê: Çavên her kesî li gavên dewletê ye

Bi boneya 1ê Îlonê Roja Cîhanî ya Aştiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Çareseriyê de, li Stenbolê mitîngeke girseyî hat lidarxistin.

Di mitînga ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî u Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Platforma Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Kadikoyê hat organîzekirin, daxwaza sereke çareserkirina pirsgirêka kurdan li Tirkîyê û pêkanîna aştiyê bû.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari bangî dewletê kir ku gavan bavêje û her wiha peyama Abdullah Ocalan a ji bo 1ê Îlonê jî hat xwendin.

Di mitînga ku bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” hat lidarxistin de, partî, rêxistin, sazî û sendîka bi durişman ber bi qadê ve meşiyan.

Zimanê mitîngê bi Kurdî û Tirkî bû û daxwaza sereke ya beşdaran pêkanîna aştî û wekheviyê bû.