Derbarê Ozgur Ozel lêpirsîn hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355941-derbarê_ozgur_ozel_lêpirsîn_hat_vekirin
Derbarê Serokê Giştî yê CHP`ê, Ozgur Ozel de ji ber gotinên wî yên dijî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, Akin Gurlek lêpirsîn destpê kir.
(last modified 2025-08-28T13:22:07+00:00 )
Tebax 28, 2025 15:01 Asia/Tehran
  • Derbarê Ozgur Ozel lêpirsîn hat vekirin

Derbarê Serokê Giştî yê CHP`ê, Ozgur Ozel de ji ber gotinên wî yên dijî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, Akin Gurlek lêpirsîn destpê kir.

Li gorî agahiyan, Serdozgeriyê piştî axaftina Ozel a di mitînga partiya xwe ya li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê de lêpirsîn vekiriye. Derbarê Ozel de bi tohmetên heqareta li karmendê dewletê û gefxwerinê lêpirsîn hat vekirin. Serokê CHP`ê Ozgur Ozel, di mitînga partiya xwe ya duh a li Beyogluya Stenbolê de bi hejandina tiliya xwe bi gotinên tund bertek nîşanî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, Akin Gurlek dabû.