Dema seredana taxima DEM Partiyê bo Îmraliyê hat kivşkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355912-dema_seredana_taxima_dem_partiyê_bo_Îmraliyê_hat_kivşkirin
Taxima Îmraliyê ya DEM Partiyê, bona hevdîtina bi Ebdulah Ocalan, serokê Girtî yê PKK`ê, wê roja Pêncşemiyê seredana Îmraliyê bike.
(last modified 2025-08-26T11:51:15+00:00 )
Tebax 26, 2025 15:59 Asia/Tehran
  • Dema seredana taxima DEM Partiyê bo Îmraliyê hat kivşkirin

Taxima Îmraliyê ya DEM Partiyê, bona hevdîtina bi Ebdulah Ocalan, serokê Girtî yê PKK`ê, wê roja Pêncşemiyê seredana Îmraliyê bike.

Taxima Îmraliyê ku biryar e roja Pêncşemiyê seredana Îmraliyê bike ji Pervîn Bûldan, Cîgira serokê parlimana Tirkiyê û parlimanterê Wanê ya ji DEM Partiyê, Mîdhet Sencer, parlimanterê Rihayê ji Dem Partiyê, Fayîq Ozgûr Erol, parêzerê Nivîsgeha Qanûnî ya Sedeyê pêk tê. 

Piştî pêkanîna Komîsyona Demokrasî- Xwuşk û biratî û Yekgirtina Netewî, eva hevdîtina yekemîn a şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Ebdulah Ocalan re ye. Tê Çaverêkirin, Ebdulah Ocalan, li ser kar û xabata vê komîsyonê û pêvajoya çekdanîna PKK`ê peyameke girîng bide.