Tanrikûlû: Tirkiye bi vî awayî nagihîje aştî û demokrasiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355865-tanrikûlû_tirkiye_bi_vî_awayî_nagihîje_aştî_û_demokrasiyê
Parlimenterê CHP`ê yê Diyarbekrê, Sezgîn Tanrikûlû, li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê rexne li girtina şaredarên partiya xwe girt û got: Tirkiye bi vî awayî ne digihîje aştiyê, ne demokrasiyê û ne jî edaletê.
(last modified 2025-08-22T11:16:01+00:00 )
Tebax 22, 2025 14:37 Asia/Tehran
  • Tanrikûlû: Tirkiye bi vî awayî nagihîje aştî û demokrasiyê

Parlimenterê CHP`ê yê Diyarbekrê, Sezgîn Tanrikûlû, li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê rexne li girtina şaredarên partiya xwe girt û got: Tirkiye bi vî awayî ne digihîje aştiyê, ne demokrasiyê û ne jî edaletê.

Sezgîn Tanrikûlû duh çû dîtina şaredarên girtî yên partiya xwe li Girtîgeha Marmarayê û paşê daxuyaniyek da çapemeniyê û got hin siyasetmedarên CHP`ê ji ber hevpeymaniya bi DEM Partiyê re hatine girtin.

Tanrikûlû bal kişand ser karên Komîsyona Parlimanê ya derbarê pêvajoya çareseriyê û got: Em dixebitin ku Kurd li Tirkiyê bêyî ku serî li çek û tundiyê bidin, di jiyana civakî û siyasî de cih bigirin. Em li komîsyonê behsa pêvajoya aştiyê dikin lê li derve kesên ku siyasetê dikin tên girtin.

Wî  got: Ez careke din bangî AK Partiyê dikim, dev ji vê endezyariya siyasî berdin.