Pêşnumeya 12 xalî ya karê komsyona taybet a meclisa Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355649-pêşnumeya_12_xalî_ya_karê_komsyona_taybet_a_meclisa_tirkîyê
Nu`man Kurtulmûş Serokê Parlimana Tirkîyê, di yekem civîna komsyona meclisê ya Demokirasî, Biratî û Yekrêzîya Netewî da pêşnumeyeke 12 xalî têkildarî isûl û xalên karê vê komsyonê raber kir.
(last modified 2025-08-06T14:58:58+00:00 )
Tebax 06, 2025 16:06 Asia/Tehran
  • Pêşnumeya 12 xalî ya karê komsyona taybet a meclisa Tirkîyê

Nu`man Kurtulmûş Serokê Parlimana Tirkîyê, di yekem civîna komsyona meclisê ya Demokirasî, Biratî û Yekrêzîya Netewî da pêşnumeyeke 12 xalî têkildarî isûl û xalên karê vê komsyonê raber kir.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, civîya. Ji DEM Partîyê Gulistan Kiliç Koçîyît, Meral Daniş Beştaş, Sarohan Uluç u Cengiz Çîçek di civîna komsyonê da beşdar bûn.

Kurtulmûş di vê civînê da got: Em şahidê dewreke nû ne û di xaleke werçerxanê ya dîrokê da ne. Ev komsyona, ne desteyeke asayî ye. Ev demajoya, ne meseleya kes an dezgeheek dîyar, belkî meseleya gelê me ye.