Agirê berbûye daristanên 4 parêzgehên Tirkîyê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355503-agirê_berbûye_daristanên_4_parêzgehên_tirkîyê_didome
Agirê ku berbûye daristanên 4 parêzgehên Tirkîyê, hela jî didome.
(last modified 2025-07-26T12:38:07+00:00 )
Tîrmeh 26, 2025 11:20 Asia/Tehran
  • Agirê berbûye daristanên 4 parêzgehên Tirkîyê didome

Agirê ku berbûye daristanên 4 parêzgehên Tirkîyê, hela jî didome.

Agirê ku ji sêşema hefteya buhurî va ber bûye daristanên herêmên Gazî Paşa û Alanîya yên parêzgeha Antalîyayê û daristanên parêzgehên Karabûk, Mugla û Mersînê hela jî didome û nehatîye vemirandin.

Di vê navberê da ba tê û bi berdewamî bera wî diguhere, lewma karê personelên agirvemirandinê li daristanên ketine ber êgir, zehmet bûye. Herwiha hin mal û gundên Antalîyayê ji ber ihtimala pekîyana gurrîyên êgir hatin valakirin.

Agirê ku berbûye parêzgeha Karabûkê li bakura Tirkîyê jî ku ev 3 roj in dest pê bûye, hela didome.

Wezîrê Cotkarîyê yê Tirkîyê 2 rojan berî nika got ku 10 personelên avirvemirandinê di nav gurrîyên êgir da asê mabûn û can dan.