Erdogan dawî li peymana niftê ya pêncîsalî ya tev Iraqê anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355443-erdogan_dawî_li_peymana_niftê_ya_pêncîsalî_ya_tev_iraqê_anî
Serokomarê Tirkîyê bi fermanekê bidawîhatina rêkevtinameya niftê ya pêncîsalî ya tev Iraqê bi awayekî fermî ragihand.
(last modified 2025-07-21T12:01:04+00:00 )
Tîrmeh 21, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Erdogan dawî li peymana niftê ya pêncîsalî ya tev Iraqê anî

Serokomarê Tirkîyê bi fermanekê bidawîhatina rêkevtinameya niftê ya pêncîsalî ya tev Iraqê bi awayekî fermî ragihand.

Receb Teyyîb Erdogan Serokoamrê Tirkîyê bi wajokirina fermaneke fermî, ragihand ku rêkevtinameya borîya niftê ya di navbera Tirkîye û Iraqê da ku ji sala 1973yê va dihat bikaranîn, di 27ê Tîrmeha sala 2026ê da tam ibtal dibe.

Ev rêkevtinameya di destpêkê da bi merema hinardekirina nifta xav a Iraqê bo bendera Cîhan a Tirkîyê hat wajokirin û di 50 salên buhurî da çend caran hat venihêrîn û dirêjkirin. Cara dawîn jî di sala 2010 da ji bo 15 salan hat dirêjkirin û nika bi bidawîhatina vê dewrê di sala bê da, yê bi awayekî fermî were bidawîhanîn.

Bidawîhatina vê rêkevtinameya niftê bûyereke istiratejîk di peywendîyên aborî yên di navbera Bexda û Enqerê da tê hesêb û dikare zemîneyê ji bo dewreke nû ya gotûbêjan têkildarî siberoja hinardekirina niftê û pêşxistina binesazîyên enerjîyê di navbera her du welatan da pêk bîne.