153 kes bi tawana hevkariya bi DAIŞ`ê re hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355400-153_kes_bi_tawana_hevkariya_bi_daiŞ_ê_re_hatin_girtin
Polîsê Tirkiyê di operasyonên hevdem li 28 parêzgehan de, 153 kes bi tawana hevkariya bi DAIŞ`ê re girtin.
(last modified 2025-07-18T11:42:39+00:00 )
Tîrmeh 18, 2025 13:02 Asia/Tehran
  • 153 kes bi tawana hevkariya bi DAIŞ`ê re hatin girtin

Polîsê Tirkiyê di operasyonên hevdem li 28 parêzgehan de, 153 kes bi tawana hevkariya bi DAIŞ`ê re girtin.

Polîsê Tirkiyê di du hefteyên buhurî de, operasyoneke hevdem li 28 parêzgehan li dar xist û 153 kes bi tawana hevkariya bi rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê re girtin.

Elî Yerlîkaya, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê, di peyamekê li medyaya civakî de ji cihatina operasyona hêzên cendirme agahî da.

Kesên hanê bi weşandina mijarên têkildar û berhevkirina alîkariyên aborî ji bo koma terorîst a DAIŞ`ê re hatine tawanbarkirin.