Berdevkê AKPê: Divê pêvajoya hilweşandina PKKê di demeke kêm da tevav bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355304-berdevkê_akpê_divê_pêvajoya_hilweşandina_pkkê_di_demeke_kêm_da_tevav_bibe
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser danîna çekan a komeke PKKyê got, Ez hêvî dikim ku ev pêngava girîng a ku îro di rêya armanca me ya 'Tirkiyeya Bê Teror' de hat avêtin, bibe wesîleya xêrê." Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin.
(last modified 2025-07-11T11:32:56+00:00 )
Tîrmeh 11, 2025 15:44 Asia/Tehran
  • Berdevkê AKPê: Divê pêvajoya hilweşandina PKKê di demeke kêm da tevav bibe

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser danîna çekan a komeke PKKyê got, Ez hêvî dikim ku ev pêngava girîng a ku îro di rêya armanca me ya 'Tirkiyeya Bê Teror' de hat avêtin, bibe wesîleya xêrê." Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin.

Serokoamrê Tirkîyê, Receb Teyyîb Erdogan herwiha got: Bila Xwedayê Mezin, di vê rêya ku em ji bo ewlehiya welatê me, aramiya gelê me û pêkanîna aştiyeke mayînde li herêma me dimeşin de, me bigihîne armancên me."

Umer Çelîk jî got: Divê fesixkirin û çekdanîna PKKyê di demeke kin da temam bibe."Çelik der barê çekdanîna PKKê da diyar kir ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin û got ku divê fesixkirin û çekdanîna PKKyê di demeke kin da temam bibe.Berdevkê AKP destnîşan kir bi banga dîrokî ya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û bi îradeya dewletê ya serokomar, ji bo Tirkiye ji barê terorê xilas bibe, biryardariya ku rûpeleke dîrokî bê vekirin, bi hêzdarî didome.