Berteka Dozgeriya Enqerê bo gotinên bi helalhella ên serokê CHP
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355235-berteka_dozgeriya_enqerê_bo_gotinên_bi_helalhella_ên_serokê_chp
Piştî gotinên tund ên serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) derbarê girtina şaredarên metropolan lêpirsînek lezgîn li dijî wî hatine destpêkirin.
(last modified 2025-07-07T12:38:20+00:00 )
Tîrmeh 07, 2025 14:00 Asia/Tehran
  • Berteka Dozgeriya Enqerê bo gotinên bi helalhella ên serokê CHP

Piştî gotinên tund ên serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) derbarê girtina şaredarên metropolan lêpirsînek lezgîn li dijî wî hatine destpêkirin.

Dozgeriya Enqerê ragihand ku piştî axaftina  bi hellahela  ya  Ozgûr Ozel serokê CHP dozek dijî wî  hatiye vekirin û di vî warî de lêpirsînek fermî hatiye destpêkirin. Di vê dozê de, Ozel bi handana mirovan bo sûcan û heqaret û gefxwarina dijî karmendên  hikûmetê di dema  erkdariyê de  hatiye tawanbarkirin.

 Serokê CHP di bersiva girtina şaredarên  metropolên Edene, Adiyaman û Antalyayê de, bi tundî  xitabî partiya desthilatdar a bi serokatiya Erdogan got: Heke hûn bi rastî partiya yekem in, werin pêş. Tirsonek! Heke hûn bi rastî partiya yekem a Tirkiyê ne, hûn ê bi serê xwe bikevin hilbijartinan!

Ozgûr Ozel hişyarî da serokên AKP û got ku tiştê ku niha li kolanan diqewime tenê proveyek e  lê di demek nêzîk de hûn ê fîlma tirsnak jî  bibînin.