Ocalan daxwaza hevdîtina bi Ebdî û rayedarên Herêma Kurdistanê ra kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355090-ocalan_daxwaza_hevdîtina_bi_ebdî_û_rayedarên_herêma_kurdistanê_ra_kir
Berdevka DEM partiyê got: Ocalan xwestiye ku bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî, Qubad Talebanî û Bafil Talebanî re hevdîtinê bike.
(last modified 2025-06-11T12:40:37+00:00 )
Hezîran 11, 2025 14:12 Asia/Tehran
  • Ocalan daxwaza hevdîtina bi Ebdî û rayedarên Herêma Kurdistanê ra kir

Berdevka DEM partiyê got: Ocalan xwestiye ku bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî, Qubad Talebanî û Bafil Talebanî re hevdîtinê bike.

Ayşegul Doganê got: Ew dixwezin ku di zûtirîn dem de serdana girava Îmraliyê bikin û muhtemel e Ocalan bi nûnerên partiyên siyasî yên curbicur re hevdîtinê bike.

Ew her wiha dibêje: jibo çareseriya demokratîk û aştiyane parleman dikare destpêşxeriyan raber bike. Weke DEM partiyê me amadetiya rêçare û çawaniya çêkirina  encumenkê heye û me pêşnûme û pêşniyarek wisa heye.