Tirkiye li Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî ya nû ava dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355019-tirkiye_li_herêma_kurdistanê_baregeheke_leşkerî_ya_nû_ava_dike
Artêşa Tirkiyê, di dewama dagirkirina bakurê Iraqê li herêma Badînanê baregeheke nû ava kiriye û di heman demê de bi hinceta serkutkirina PKKê êrişên topxane û hewayî ser parêzgeha Duhokê zêde kiriye.
(last modified 2025-06-07T11:57:31+00:00 )
Hezîran 07, 2025 09:24 Asia/Tehran
  • Tirkiye li Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî ya nû ava dike

Artêşa Tirkiyê, di dewama dagirkirina bakurê Iraqê li herêma Badînanê baregeheke nû ava kiriye û di heman demê de bi hinceta serkutkirina PKKê êrişên topxane û hewayî ser parêzgeha Duhokê zêde kiriye.

PKKê ragihand ku êrişên giran ên artêşa Tirkiyê ser baregehên vê komê li Herêma Kurdistanê berdewam dikin û di heman demê de, rêxistina CPTê ragihand ku Tirkiyê li herêma Badînanê baregeheke leşkerî ya nû ava kiriye.

CPTê ragihand ku piştî ragehandina agirbesa yekalî ji aliyê PKKê di 3 mehên borî de  û piştî wê hilweşandina PKK êrişên Tirkiyê zêde bûne, û armanca  sereke ya van êrişan  parêzgeha Duhokê bûye.

Di meha borî de, 510 êrişên topxaneyî û hewayî yên artêşa Tirkiyê li parêzgeha Duhokê hatine tomar kirin.