Ehmet Turk: Pakêta nû ya dadweriyê bêhêvîker bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354946-ehmet_turk_pakêta_nû_ya_dadweriyê_bêhêvîker_bû
Endamekî şanda muzakireya bi Ocalan re bi tundî pakêta dehem a dadweriyê ya hikûmeta Tirkiyê ji ber ku bersiva çavrêtiyên civakê nedaye rexne kir û ew sedema bêhêvîbûnê zanîn.
(last modified 2025-06-02T11:44:39+00:00 )
Hezîran 02, 2025 10:36 Asia/Tehran
  • Ehmet Turk: Pakêta nû ya dadweriyê bêhêvîker bû

Endamekî şanda muzakireya bi Ocalan re bi tundî pakêta dehem a dadweriyê ya hikûmeta Tirkiyê ji ber ku bersiva çavrêtiyên civakê nedaye rexne kir û ew sedema bêhêvîbûnê zanîn.

Ehmet Turk, siyasetmedarê  bi nav û deng ê kurd û endamê şanda muzakireyê bi Ebdullah Ocalan re, di panelekê de sernavê Mafê Hêvî û Aştiyê li Mêrdînê wek berteka li himber pakêta dehemîn a dadweriyê ya hikûmeta Tirkiyê got ku evê pakêtê nekariye  bersiva çavrêtiyên civakê bide  û fikarên siyasetmedarên Kurd zêde kiriye.

Ehmet Turk, bal kişand  ser wê yekê ku bereberê Cejna Qurbanê de, civaka Tirkiyê li bendê bû ku hikûmet pêvajoyek wê bersivdanê hebe û got: Lê  mixabin, pêvajoyek wisa dest pê nekir, û wê yekê dilnigeniyên me zêde kir. Pakêta pêşkêşkirî ti daxwazên me nahewîne  û ev ji bo me bêhêvîkir bû. Wî tekez kir ku ji bo bidestxistina aştî û demokrasiyê nêrîneke nû û komareke demokratîk li Tirkiyê pêwîst e.