Girtina bi dehan xwenîşanderan li Stenbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354934-girtina_bi_dehan_xwenîşanderan_li_stenbolê
Di salvegera 12`an a xwenîşandanên Parka Geziyê de polîsê Tirkiyê tiwdîrên giran ên ewlehiyê dan ber xwe û bi dehan xwenîşanderên nerazî girtin.
(last modified 2025-06-01T11:20:31+00:00 )
Hezîran 01, 2025 12:45 Asia/Tehran
  • Girtina bi dehan xwenîşanderan li Stenbolê

Di salvegera 12`an a xwenîşandanên Parka Geziyê de polîsê Tirkiyê tiwdîrên giran ên ewlehiyê dan ber xwe û bi dehan xwenîşanderên nerazî girtin.

Bi sedan kes ji welatiyên Tirkiyê li ser vexwendina Hevgirtina Teqsîmê tevî qedexeyan li kolanên derdora meydana Teqsîmê kom bûn û dirûşmên wek Tarîtî wê here, wê gezî bimîne û Her der bûye Teqsîm, berxwedan li her derî heye, qêriyan. Di vê xwenîşandanê de, malbatên goriyên xwenîşandanên Parka Geziyê beşdar bûn. Piştî bi dawîhatina vê xwenîşandanê, polîs bi awayeke berfire xwenîşander girtin û hejmara kesên hatine girtin rabû 97 kesan.