Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ji bo Tirkiyeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354891-amadekirina_qanûna_bingehîn_a_nû_ji_bo_tirkiyeyê
Serokomarê Tirkiyê destpêkirina pêvajoya nivîsandina Qanûna Bingehîn a nû bona ku daynin dewsa Qanûna Bingehîn a sala 1982`an ragihand.
(last modified 2025-05-29T12:49:02+00:00 )
May 29, 2025 14:11 Asia/Tehran
  • Amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ji bo Tirkiyeyê

Serokomarê Tirkiyê destpêkirina pêvajoya nivîsandina Qanûna Bingehîn a nû bona ku daynin dewsa Qanûna Bingehîn a sala 1982`an ragihand.

Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, li Enqerê di hevdîtina ligel serokên parêzgehan ên ji Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) de ragihand ku wî 10 parêzer erkdar kirine ku pêvajoya nivîsandina Qanûna Bingehîn a nû binirxînin. Wî bal kişand ser vê yekê ku Qanûna Bingehîn a niha ya ku di sala 1982`an de di bin bandora darbeya leşkerî de hatiye amadekirin, îro êdî têra pêwîstiyên Tirkiyê nake û divê li şûna wê Qanûna Bingehîn a  sivîl û demokratîk bê danîn. Hin çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku ev gav dikare rê li ber dirêjkirina dema serokomariya Erdogan veke. Li gorî Qanûna Bingehîn a heyî, ew nikare bo dewreke din bibe berendam, heta ku guhertin di Qanûna bingehîn de neyên kirin yan jî hilbijartinên pêşwext neyên lidarxistin.