Endamên DEM Partî û MHP bi hev re civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354864-endamên_dem_partî_û_mhp_bi_hev_re_civiyan
Serokên DEM Partî û Partiya Hereketa Netewî ya Tirkiyê(MHP), li Meclisa Tirkiyê bi hev re hevdîtin pêk anîn.
(last modified 2026-07-27T12:39:15+00:00 )
May 27, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Endamên DEM Partî û MHP bi hev re civiyan

Serokên DEM Partî û Partiya Hereketa Netewî ya Tirkiyê(MHP), li Meclisa Tirkiyê bi hev re hevdîtin pêk anîn.

Ev hevdîtina fermî di navbera serok û parlimanterên DEM Partî û MHP`ê de li Meclisa Tirkiyê pêk hat. Taxima DEM Partiyê bi serokatiya Tûlay Hatemogularî û Tûncer Bakirhan, hevserokên vê partiyê, ji aliyê Dewlet Bagçelî, serokê MHP`ê û kesên li gel wî ve hatin pêşwazîkirin. Di vê hevdîtinê de ji bilî hevserokên DEM PArtiyê, Gulistan Kiliç Koç Îyît û Sezayî Temelî ji DEM Partiyê beşdar bûn. Dema hevdîtin bi dawî hat ti daxuyaniyek ji aliyê her du partiyan ve nehat dayîn û hûrgîliyên gotûbêjan ji bo medyayan nehatin ragihandin. Tê gotin dê hevdîtina di navbera endamên DEM Partî û Partiya Dad û Geşepêdan yan AKP`ê de jî sibê di saet sê piştî nîvro de pêk were.