Berdevkê KCKê: qet qala valakirina Qendîlê di rojevê de nebûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354752-berdevkê_kckê_qet_qala_valakirina_qendîlê_di_rojevê_de_nebûye
Berdevkê KCKê bal kişand ser wê yekê ku heta niha pêvajoya aştiyê dest pê nekiriye û destnîşan kir: PKK xwe hilweşand û têkoşîna çekdariyê bi dawî kir, lê ev tenê biryara PKKê ye û ne biryara giştan e.
(last modified 2025-05-20T11:54:43+00:00 )
May 20, 2025 13:40 Asia/Tehran
  • Berdevkê KCKê: qet qala valakirina Qendîlê di rojevê de nebûye

Berdevkê KCKê bal kişand ser wê yekê ku heta niha pêvajoya aştiyê dest pê nekiriye û destnîşan kir: PKK xwe hilweşand û têkoşîna çekdariyê bi dawî kir, lê ev tenê biryara PKKê ye û ne biryara giştan e.

Zagros Hîva diyar kir: Operasyonên Tirkiyê hîna berdewam dikin û şer berdewam dike. Zagros derbarê valakirina Qendîlê de jî ragihand: Heta niha, qala valakirina Qendîlê nehatiye kirin ji ber ku pêvajo hîn jî yekalî ye. Aliyê Kurd û PKKê heta niha sê pêngav jibo nîşandayîna niyeta xwe ya baş avêtine. Wî her wiha got: Heta niha, ti welat an aliyekî sêyemîn beşdarî pêvajoya aştiyê nebûye an jî destwerdanek nekiriye.Ev pêvajo heta niha di navbera her du aliyan de bûye, lê vê carê ferqa wê heye. Vê carê, gotûbêj rasterast ji Îmraliyê dest pê kirin û kesî navbeynkarî nekir.  Wî hişyarî da : Divê rewş ji bo Ocalan werin amadekirin. Divê wî  derfet hebe bi azadî têkoşînê bike da ku di atmosfêreke ewleh  û saxlem de serokatiya vê qonaxê bigire ser xwe.