Erdogan: Divê PKK tam çekên xwe dayne erdê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354725-erdogan_divê_pkk_tam_çekên_xwe_dayne_erdê
Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser ragihandina hilweşandina PKKê û daxwaza bêçekkirin û hilweşandina bê şert û merc a PKKê kir.
(last modified 2025-05-18T11:20:42+00:00 )
May 18, 2025 11:09 Asia/Tehran
  • Erdogan: Divê PKK tam çekên xwe dayne erdê

Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser ragihandina hilweşandina PKKê û daxwaza bêçekkirin û hilweşandina bê şert û merc a PKKê kir.

Receb  Teyib  Erdogan tekezî ser pêwîstiya hevkariya nêzîk û hevaheng bi hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo şopandina pêvajoya radestkirina çekan kir, û got  ku bidawîanîna terorê dikare rewşê jibo  aramiya navçeyê û xurtkirina yekîtiya neteweyî li Tirkiyê xweş bike.

Erdogan her wiha hişyarî da ku ev pêvajo nabe bi mijarên siyasî an têgehên wekî Peymana Lozanê ve were girêdan û tekez kir ku yekparçetiya axê û  pêkhateya yekgirtî ya Komara Tirkiyê xeta sor a hikûmeta Enqerê ye.