Berteka Erdogan li hember xwehilweşandina PKK`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354656-berteka_erdogan_li_hember_xwehilweşandina_pkk_ê
Serokomarê Tirkiyê wek berteka li hember xwehilweşandina PKK`ê, ev kara pêngaveka girîng di rêya xurtkirina ewlehiya netewî ya Tirkiyê de da zanîn.
(last modified 2025-05-13T11:41:23+00:00 )
May 13, 2025 14:36 Asia/Tehran
  • Berteka Erdogan li hember xwehilweşandina PKK`ê

Serokomarê Tirkiyê wek berteka li hember xwehilweşandina PKK`ê, ev kara pêngaveka girîng di rêya xurtkirina ewlehiya netewî ya Tirkiyê de da zanîn.

Receb Teyîb Erdogan got: Ev biryar destpêka dewreka nû ya di çarçoveya xurtkiirna bi hevrejiyan û biratiya di navbera hemû çîn û qatên Tirkiyê ye. Wî herwiha got: Bi wêdeçûna teror û şidetê ji hevkêşeyan, Tirkiye wê bikeve qonaxeke nû ku tê de zirûfên demokratîk ên xebatên siyasî wê zêdetir ji berê werin xurtkirin. Serokomarê Tirkiyê di dawiyê de destnîşan kir: Em wisan dihesibînin ku ev biryar hemû baskên komê yên li Sûriye, bakurê Iraqê û Ewrûpayê bigre ber xwe.

Berdevkê KCK`ê jî di vî warî de got: Ji niha û pê de çi dibe bila bibe, dê bi pêngavên hiqûqî û siyasî yên hikûmeta Tirkiyê ve girêdayî be.

Heta niha ti hevhatiname û têgihîştiname bi nivîskî yan devkî di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de çênebûye.