Kongreya PKK'ê bi hewldanên bidawîkirina şerê çekdarî û gumana di encamên wê de
Partiya Karkerên Kurdistanê ya Tirkiyê(PKK) ragihand ku kongreya xwe ya 12`an li dar xistiye.
PKK’ê di halekî da basa lidarxistina kongireya xwe ya bi armanca bidawîanîna şerrê çekdarî kiriye ku sê rojan piştî lidarxistina vê kongireyî û jixwemukurhatina serokên PKK`ê bi lidarxistina kongirê di du navçeyên cida da, hîna ti daxuyaniyeka fermî li ser encamên vê kongirê ji aliyê PKK`ê ve behatiye ragihandin û wer xuya dike ku serok û endamên PKK`ê nekarîne di vê kongirê de li ser mijara çekdanîn û bidawîanîna şerrê çekdarî bigihîjin encameke zelal û hin serokên PKK`ê jî gotine piştî sê rojan hîna li ser encamên mijarên li du kongireyan negihîştine tu hevhatinekê û piştî gihîştina li encamên van kongireyan wê xelk were agehdarkirin. Karzan ser vê bawerê ne ku wer xuya dike ev koma di du rojên derbasbûyî de mijûlî razîkirina endamên xwe yên nerazî bûye û berî PKK`ê, Erdoganê serokomarê Tirkiyê, lidarxistina Kongirê û biryara hilweşandina PKK`ê ragihandibû.
Kongreya 12`an a PKK’ê di 5 heta 7’ê Gulanê de li du qadên cuda û bi awayekî paralel pêk hat.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku encamên tam ên van kongreyan, agahiyên temam û belgeyên berfireh, piştî ku encam di du qadên cuda de bên yekperçekirin, wê di demeke nêz de bên weşandin.