Li Tirkîyê asta birsîbûnê ji destmiza herîkêm derbas bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354001-li_tirkîyê_asta_birsîbûnê_ji_destmiza_herîkêm_derbas_bû
Konfederasyona Karkeran a Tirkîyê di nûtirîn rapora xwe da asta debara jîyanê ya meha Adara 2025ê ragihand.
(last modified 2025-03-29T11:46:56+00:00 )
Adar 29, 2025 14:45 Asia/Tehran
  • Li Tirkîyê asta birsîbûnê ji destmiza herîkêm derbas bû

Konfederasyona Karkeran a Tirkîyê di nûtirîn rapora xwe da asta debara jîyanê ya meha Adara 2025ê ragihand.

Li gorî rapora Konfederasyona Karkeran a Tirkîyê, navbera derhatê û xercên jîyanê li Tirkîyê her ku diçe zêde dibe.

Li gorî rapora TURK- ÎŞê, asta destmiza herîkêm ya mehane li Tirkîyê 22 hezar û 104 lîre û xeta birsîbûnê ya malbateke çarkesî 23 hezar û 615 lîre ye.

Ev amar nîşan dide ku asta herîkêm a miaşê fermî li Tirkîyê heta têra xwarina malbateke karkerî jî nake û malbatên tirkîyeyî ji bo derbasbûna ji xeta hejarîyê hewcedarê diraveke zêdetir ji 3 beranberî vê astê ne.