Giranbûna êrişên Tirkiyê ser PKK`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353954-giranbûna_êrişên_tirkiyê_ser_pkk_ê
Navenda ragihandinê ya PKK`ê ragihand, artêşa Tirkiyê zêde ji 937 caran ji erd û esmîn ve pêgehên wan kirine hedef.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 26, 2025 11:06 Asia/Tehran
  • Giranbûna êrişên Tirkiyê ser PKK`ê

Navenda ragihandinê ya PKK`ê ragihand, artêşa Tirkiyê zêde ji 937 caran ji erd û esmîn ve pêgehên wan kirine hedef.

Di daxuyaniya navenda ragihandinê ya PKK`ê de hatiye ku tevî hewldanên ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, leşkerên vî welatî êrişên xwe ser pêgehên PKK`ê zêde kirine û di 24, 25 û 26`ê Adarê bi alîkariya balafirên cengê û madeyên qedexe yên teqandinê êrişî ser pêgehên PKK`ê yên li navçeya ser navê Gira Amêdiyê, Xakûrk, Yekmale, Girê Kon, Girê Reşîd, Zêwke, Heft Tebax û Dêreşe li Gareyê kirine.

Di dewama vê daxuyaniyê de hatiye, artêşa Tirkiyê herwiha bi caran bi çekên nîve otomatîk û giran êrişî pêgehên PKK`ê li Metîna, navçeya Lolanê, Berbezîne, Şiledize, Girê Biharê, Kendekola, Sinîne û navçeyên din kiriye, di halekî da ku PKK xwe pêbendî pêvajoya aştiyê û nameya Ocalan dizane.