Girtina Îmamoglû operasyoneke siyasî û êrişa ser demokirasiyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353866-girtina_Îmamoglû_operasyoneke_siyasî_û_êrişa_ser_demokirasiyê_ye
Hevserokên DEM partiyê wek berteka li himberî girtina Ekrem Îmamoglû, rojnamevan û şaredarên herêmî ev kiryar weke operasyoneke siyasî û êrişa ser demokrasiyê dan zanîn û daxwaz kirin ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 19, 2025 14:15 Asia/Tehran
  • Girtina Îmamoglû operasyoneke siyasî û êrişa ser demokirasiyê ye

Hevserokên DEM partiyê wek berteka li himberî girtina Ekrem Îmamoglû, rojnamevan û şaredarên herêmî ev kiryar weke operasyoneke siyasî û êrişa ser demokrasiyê dan zanîn û daxwaz kirin ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.

Tulay Hatimoglu di twîta xwe de diyar kir ku girtina Îmamoglu, rojnamevan û şaredaran nayê qebûlkirin û ew vê yekê red dikin.Wî ev girtin wek operasyoneke siyasî bi nav kir û got ku e v kiryar aloziya civakî li Tirkiyê zêdetir dike.Tuncer Bakirhan jî di twîta xwe de wiha gotiye: Girtina Îmamoglu, rojnamevan û şaredaran êrişeke eşkere ser  demokrasî û vîna gel e. Bakirhan her wiha got: Em vê neheqiya ku li dijî vîna gel e, red dikin û bi tundî wê şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku bila demlidest dev ji vê rêya şaş berde û rêzê li xwesteka gel bigre.