PKK: Me xwefireke Tirkiyê li bakurê Iraqê xist xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353832-pkk_me_xwefireke_tirkiyê_li_bakurê_iraqê_xist_xwarê
PKKê derbarê xistina xwefireke artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê agahî da.
(last modified 2025-03-17T11:50:35+00:00 )
Adar 17, 2025 15:09 Asia/Tehran
  • PKK: Me xwefireke Tirkiyê li bakurê Iraqê xist xwarê

PKKê derbarê xistina xwefireke artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê agahî da.

PKKê îro Duşemê di daxuyaniyekê de ragihand: Xwefireke modêla  “Akincî”  ya artêşa dagirker a Tirkiyê  li herêma Qendîlê ya parêzgeha Silêmanî kire armanc û xiste xwarê.

Çavkaniyekî ji bajarê Silêmanî ragihand ku di encama lêkolînên destpêkê ser beşeke vê xwefirê peyva  Bayrakdar hatiye dîtin ku diyar dike ku  ev xwefir ya Tirkiyê ye.

Ev nûçe di demekê de tê belavkirin ku di hefteyên borî de Tirkiye û PKKê dest bi proseya qaşo  aştiyê kirine û Ocalan  jî di peyamekê de daxwaz ji PKKê kiriye ku çekên xwe dayne.

Rayedarên Tirkiyê jî di van rojên derbasbûyî de gefên li dijî PKK’ê zêde kirine.