Berfirehbûna êrişên Tirkiyê ser Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353743-berfirehbûna_êrişên_tirkiyê_ser_sûriyê
Hikûmeta Tirkiyê û komên çekdarên ser bi Enqerê, êrişên xwe ser navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Van hêzane li gundên bajarê Sirînê komkujî cih anîn û di encamê de sê zarok hatin kuştin û birîndarkirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 11, 2025 15:38 Asia/Tehran
  • Berfirehbûna êrişên Tirkiyê ser Sûriyê

Hikûmeta Tirkiyê û komên çekdarên ser bi Enqerê, êrişên xwe ser navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Van hêzane li gundên bajarê Sirînê komkujî cih anîn û di encamê de sê zarok hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda ragihandinê ya HSD`ê amajeyî vê yekî kir ku desthilatdariya Tirkiyê li gundê Cerafê yê bajaroka Sirînê ku ketiye başûrê Kobaniyê, komkujî pêk anî û xwefirek mala gundiyekî da ber bombeyan ku di encamê de zarokek hat kuştin û û du zarokên din jî birîndar bûn.

Vê navendê herwiha aşkera kir ku Tirkiye û hêzên ser bi wê ve şeva buhurî gundên başûr û bakûrê dorhêla bendava Tişrînê dan ber topan û agir berbû çend malan. Balafirên cengê yên Tirkiyê jî çend caran êrişî ser dorhêla bendavê kirin.