Tirkiye li ser sînorê Bakurê Sûriyê di rewşa şer de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353624-tirkiye_li_ser_sînorê_bakurê_sûriyê_di_rewşa_şer_de_ye
Rayedarên amerîkî bi nîşandayîna dilnigeraniya xwe ji îhtîmala êrişa Tirkiyê ser hin navçeyên Sûriyê eşkere kirin ku Tirkiyê li ber pêknaîna operasyoneke leşkerî li dijî navçeyên Kurdnişîn li Sûriyê ye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Adar 03, 2025 13:14 Asia/Tehran
  • Tirkiye li ser sînorê Bakurê Sûriyê di rewşa şer de ye

Rayedarên amerîkî bi nîşandayîna dilnigeraniya xwe ji îhtîmala êrişa Tirkiyê ser hin navçeyên Sûriyê eşkere kirin ku Tirkiyê li ber pêknaîna operasyoneke leşkerî li dijî navçeyên Kurdnişîn li Sûriyê ye.

Rojnameya Amerîkî  ya Wall Street Journalê  ragihand ku topxaneyên Tirkiyê ligel hejmareke zêde ji hêzên xwe yên leşkerî li nêzîkî Kobanî li bakurê Sûriyê hatine bicih kirin û  Hêzên Sûriya Demokratîk jî Tirkiyê berpirsê  işkesta li agirbesteke mayînde li Minbic û Kobanî dane zanîn û gotine ku Tirkiye  pêşiya derxistina şervanên di bin fermana xwe de ji herêmên kurdnişîn yên Sûriyê digre.

Çavkaniyên amerîkî gotine  ku kiryarên Tirkiyê yên di hefteyên  buhurî de derheq zêdekirina hêzan li ser sînorê Sûriyê dişibin kiryarên artêşa Tirkiyê bereberê êrişa sala 2019an ser bakurê rojhilatê Sûriyê ye.

 Îlham Ehmed ji rayedareke kurd a Sûriyê jî gotiye ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê muhtemel tê xûyanê .