Kurdên aware li benda bidawîhatina şerrê Tirkiye û PKK`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353614-kurdên_aware_li_benda_bidawîhatina_şerrê_tirkiye_û_pkk_ê
Xelkê zêde ji 500 gundên Kurdan li Iraqê ku di encama pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û PKK`ê li bakûrê Iraqê de aware bûne, hêvîdar in bi vê zûtiyê bikaribin vegerin malên xwe.
(last modified 2025-03-02T11:41:39+00:00 )
Adar 02, 2025 15:05 Asia/Tehran
  • Kurdên aware li benda bidawîhatina şerrê Tirkiye û PKK`ê

Xelkê zêde ji 500 gundên Kurdan li Iraqê ku di encama pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û PKK`ê li bakûrê Iraqê de aware bûne, hêvîdar in bi vê zûtiyê bikaribin vegerin malên xwe.

Hêviya li vegera awareyên Kurd ên iraqî, piştî wê pêk hat ku partiya PKK`ê roja Şemiyê ragihand ku wê dawiyê li 40 salan şerrê xwe yê dijî hikûmeta Tirkiyê bîne û agirbes ragihandiye. Ev agirbesa li dû daxwaza Ebdullah Ocalan, ji bo çekdanîna koma xwe, hat ragihandin. Leşkerên Tirkiyê di van salên dawiyê de bi caran li bakûrê Iraqê operasiyonên giran dijî çekdarên PKK`ê cih anîne û hin binke di vê navçeyê da çêkirine. Bi dehan gund li vê deverê de bi tevahî vala bûne.