Kontrola şaxên PKKê yên derve di destê Amerîkayê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353595-kontrola_şaxên_pkkê_yên_derve_di_destê_amerîkayê_de_ye
Mafzan û siyasetmedarê Tirkiyê got ku şaxên derve yên PKKê tenê bi fermana Amerîkayê çekan datînin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 01, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Kontrola şaxên PKKê yên derve di destê Amerîkayê de ye

Mafzan û siyasetmedarê Tirkiyê got ku şaxên derve yên PKKê tenê bi fermana Amerîkayê çekan datînin.

Elî Ozgunduz, Parlamenterê berê yê Tirkiyê got ku Ocalan di daxuyaniya xwe de ragehandiye ku PKK di rewşa niha de  sedema hebûna xwe  ji dest daye û ev yek jî  hilweşandina wê pêwîst dike û  Kurdên Tirkiyê dikarin dewsa  têkoşîna çekdarî bi derfetên  hikûmetê û bi rêya demokrasiyê bi hêsanî bigihin armancên xwe.

Vî  nûnerê berê yê CHP li parlemana Tirkiyê got: kontrolkirina şaxên derveyî yên PKK û ji wan PJAK ku li dijî Îranê  dixebite ,di destê Amerîka de ye û heta ku Amerîka rê nede, ew kom dê çekên xwe nedanê.