Bûca Tirkîyê ji bo şêrr tê xerckirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353285-bûca_tirkîyê_ji_bo_şêrr_tê_xerckirin
Hevserokê Dem Partî li Tirkîyê got: Dewleta Tirkîyê dewsa ku alîkarîya zîyanlêketîyên erdhejê bike, bûca welêt ji bo şêrr xerc dike.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 07, 2025 15:15 Asia/Tehran
  • Bûca Tirkîyê ji bo şêrr tê xerckirin

Hevserokê Dem Partî li Tirkîyê got: Dewleta Tirkîyê dewsa ku alîkarîya zîyanlêketîyên erdhejê bike, bûca welêt ji bo şêrr xerc dike.

Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partîyê di merasima meşa ji bo Semsûrê da got: Hegera sereke ya candayîn û wêranîya ji ber erdheja di 2 salan berî nika da, bêberpirsyarî bû. Bakirhan herwiha amajeyî zêhnîyeta talanker, berjewendîxwaz û cezanekirina sebebkaran kir û got: Bûca Tirkîyê ji bo şêrr tê xerckirin ne ji bo zîyanlêketîyên ji ber erdhejê û jinûveavakirinê.