Wêdebirina Şaredara Sêrtê û birrîna 6 salan cezayê zîndanê
Ji Şaredara Sêrtê ya ser bi DEM Partiyê re bi tawana endamtiya li PKK'ê cezayê girtîgehê hat birrîn û ji karê xwe hat derxistin.
Sofiya Alaqaş Şaredara bajarê Sêrtê ya girêdayî Dem partiyê re bi tawana endamtiya li nav PKK’ê cezayê girtîgehê hat birrîn û ji posta xwe hate wêdebirin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî bi hikmekê li şûna wê qeyûmek danî. .
Dadgeha Cezayê ya Amedê , Sofiya Alaqaş, Şaredara Sêrtê û rojnamevana berê ji ber endamtiya li nav koma terorîstî tawanbar kir û ji wê re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê l birîn û hikmê şaredarbûna wê jî hat betalkirin.
Resûl Tamûr, parzêerê Alaqşê diyar kir ku ev doz ketiye ber bandora têbîniyên siyasî û armanca wê ya sereke ew e ku Alaqaş ji şaredariyê bûye. Nerzîbûn û bertekên li dijî vê biryara dadgehê li Tirkiyê tim berdewam dikin.