Îran û Tirkiye li dû zêdekirina hevkariyan in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353138-Îran_û_tirkiye_li_dû_zêdekirina_hevkariyan_in
Ji duh ve Enqere mêvandariya Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê, xatûn Ferzane Sadiq, kir ku roja duşemiyê di serê taximekî da bona hevdîtina bi rayedarên Tirkiyê re derbasî Enqerê, paytexta Tirkiyê bû.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 28, 2025 14:06 Asia/Tehran

Ji duh ve Enqere mêvandariya Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê, xatûn Ferzane Sadiq, kir ku roja duşemiyê di serê taximekî da bona hevdîtina bi rayedarên Tirkiyê re derbasî Enqerê, paytexta Tirkiyê bû.

Di vê geşta yek rojî de wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê, pêşî bi Omer Polat, wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de jordabirina hevkariyên hevpar ên du welatên dost û cînar di warê tiranzîtê de hatin gotûbêjkirin.