Sefera Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353130-sefera_wezîra_rê_û_bajarvaniyê_ya_Îranê_bo_tirkiyê
Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê dema gihêşt Firokexaneya Navdewletî ya Enqerê got ku armanca vê seferê muzakireya bi rayedarên Tirkiyê re û hilkolandina rêketinên komîsyona hevpar a aborî ya her du welatan e.
(last modified 2025-01-27T11:33:53+00:00 )
Çile 27, 2025 14:46 Asia/Tehran
  • Sefera Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê bo Tirkiyê

Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê dema gihêşt Firokexaneya Navdewletî ya Enqerê got ku armanca vê seferê muzakireya bi rayedarên Tirkiyê re û hilkolandina rêketinên komîsyona hevpar a aborî ya her du welatan e.

Ferzane Sadiq dema gihêşt  Firokexaneya Navdewletî ya Enqerê got: Di vê seferê de li gor  civînên komîsyoan  hevpar a aborî yên her du welatan û mijarên têkildarî  xalên van civînan , her wiha  rêketin û kiryarên di warên curbicur ên veguhestinê  hinek muzakire tên kirin û hinek mijar dê bên hilkolandin.

Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê paşê ji bo beşdariya li civîna hevahengiyê çû Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Tirkiyê .

Hevdîtina bi wezîrên Veguhastin û Bajaravaniyê yên Tirkiyê re  bernameyên sefera Wezîra Rê û Bajarvaniyê yê Îranê bo Tirkiyê ne.