Helwêsta siyasî ya şaş a Tirkiyê li alûgurên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352997-helwêsta_siyasî_ya_şaş_a_tirkiyê_li_alûgurên_sûriyê
Sekreterê Giştî yê Partiya Weten got: Siyaseta Tirkiyê li hemberî alûgurên Sûriyê şaş bû û bû sedem ku Enqere bikeve tecrîdê
(last modified 2025-01-18T11:08:13+00:00 )
Çile 18, 2025 14:20 Asia/Tehran
  • Helwêsta  siyasî ya şaş a Tirkiyê li alûgurên Sûriyê

Sekreterê Giştî yê Partiya Weten got: Siyaseta Tirkiyê li hemberî alûgurên Sûriyê şaş bû û bû sedem ku Enqere bikeve tecrîdê

 Ozgûr Bûrsalî Sekreterê Giştî yê Partiya Weten  a Tirkiyê di hevpeyvînekê de got: Mixabin di demeke kurt de Amerîka û Îsraîl li Sûriyê  karîn bi ser kevin lê xala girîng ew e ku piştî hilweşyana hikûmeta Şamê, Îsraîl dagirkeriya xwe li Sûriyê zêde kirin û heta  navçeyên jêrayî girikên Colanê jî dagir kiriye. Sekreterê Giştî yê Partiya Weten a Tirkiyê got:Sûriye di rewşeke parçebûyî de ye û  em fikri dikin ku hukûmeta heyî li wir mayînde nabe. Ew hêzên di bin kontrola Îsraîlê de ne. Wî got, mixabin, şopandina siyaseta şaş a Tirkiyê li Sûriyê, ew welat xist nav tecrîdê . Li aliyê din jî  siyasetên li gor armancên Îsraîl û Amerîkayê bûn sedem ku têkiliyên Tirkiyê bi her du dostên xwe, Îran û Rûsiyê re rastî pirsgirêkê werin. Ev yek him  ji bo Tirkiyê him jî ji bo herêmê metirsîdar e.