Çile 17, 2025 17:28 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya DEM Partiyê: Encamên hevdîtinan erênî bûn

Taxima Dem Partiyê piştî hevdîtinên bi Ocalan û partiyên siyasî yên Tirkiyê re di daxuyaniyekê de encamên van hevdîtinan erênî û hêvîkir bi nav kir.

Şanda Dem Partiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi rêze hevdîtinên bi Ebdullah Ocalan û siyasetmedarên Kurd ên din ên girtî yên wek Fîgen Yûksekdag, Demîrtaş û Leyla Goven û hevdîtinên wan ên bi serokê Parlimanê û partiyên siyasî yên Tirkiyê yên wek MHP, Partiya Pêşerojê, AKP, Partiya Seadet, CHP, Partiya Demokrasî û Pêşketinê(DEVA) û Partiya Refaha Nû re kir û van rêze hevdîtinan ji bo bidawîkirina pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê erênî nirxandin.

Di daxuyaniya şanda Dem Partiyê de, herwiha amaje bi rola Parlimana Tirkiyê di çareserkirina pirsgirêkên kurdên vî welatî de jî hatiye kirin ku aliyên Tirkiyê jî piştgiriya isûlî ya ji pêvajoya aştiyê dikin, ji ber wê  pêwîst e medya xwe ji çêkirina gotegotan û belavkirina agahiyên derew dûr ragirin.

Serepeyv