Enqere agirbesa bi HSD`ê re derew zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352558-enqere_agirbesa_bi_hsd_ê_re_derew_zanî
Wezareta berevaniya Tirkiyê hebûna hevhatineka agirbesê li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bakûrê Sûriyê derewq da zanîn.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 19, 2024 13:50 Asia/Tehran
  • Enqere agirbesa bi HSD`ê re derew zanî

Wezareta berevaniya Tirkiyê hebûna hevhatineka agirbesê li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bakûrê Sûriyê derewq da zanîn.

Berpirsekî wezareta şêrr a Tirkiyê îro got: Berovajî ya ku medyayên amerîkî ragihandine ti hevhatinek ji bo agirbesa di navbera Tirkiye û HSD`ê da li bakûrê Sûriyê tineye.

Tirkiye ku di van salên buhurî da bi behaneya şerrê dijî terorîsmê navçeyên berfireh ên Sûriye û Iraqê dagîr kirine û piştevaniya komên çekdar ên li Sûriyê dike îdia dike PKK û YPG hin navçeyan li bakûrê Sûriyê dagîr kirine û bi alîkariya komên çekdar û terorîst hewl dide bi nihêrîna xwe van navçeyan azad bike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê Sêşemiyê gotibû: Dema hevhatina agirbesê ya di navbera Tirkiye û HSD`ê de heta dawiya vê heftiyê hat dirêjkirin.

Amerîka berî nika jî çend caran kurdên Sûriyê li hember êrişên Tirkiyê tenê hîştiye.