Serokê CHPê: Dema hilbijartinên pêşwext e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352450-serokê_chpê_dema_hilbijartinên_pêşwext_e
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê(CHP), Ozgur Ozel, peyama hilbijartinên pêşwext ragihand û bi tundî rexne li siyaseta aborî ya wî welatî girt.
(last modified 2024-12-10T11:56:13+00:00 )
Kanûn 10, 2024 13:40 Asia/Tehran
  • Serokê CHPê: Dema hilbijartinên pêşwext e

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê(CHP), Ozgur Ozel, peyama hilbijartinên pêşwext ragihand û bi tundî rexne li siyaseta aborî ya wî welatî girt.

Ozel di serdana xwe ya Belçîkayê de siyaseta aborî ya Tirkiyê rexne kir û ragihand: Destpêka îsal nirxê çayek pênc lîre bû, lê niha bûye 10 lîre û piraniya pêdiviyên din ên rojane biha bûne, lê mûçe kêm bûne.

Serokê CHP`ê axaftina xwe ji bo gihandina peyameke siyasî bi kar anî û got: Niha dema bangewaziya hilbijartina pêşwext hatiye, ji ber ku CHP piştgîriya daxwazên welatî, malnişîn, karker, cotkar û karsazan dike û em ê dengên ku di hilbijartinên dawî de ji dest dane, bi dest bixin.

Serokê CHP`ê got: Dema ku hikûmeta niha di sala 2002`an de hat ser kar, sozên mezin dabûn malnişînan û xelkê Tirkiyê ku ew ê ti carî nehêlin enflasyon pêk were, lê niha mûçeyên herî kêm, bêkarî û qeyrana darayî, malnişîn xistine tengasiyê.