Tirkiyê êrişa Îsraîlê ser Sûriyê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352443-tirkiyê_êrişa_Îsraîlê_ser_sûriyê_şermezar_kir
Wezareta karên derve ya Tirkiyê êrişa Rejîma Siyonîst ser navçeya navbirr û pêşveçûna li axa Sûriyê bi tundî şermezar kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 10, 2024 13:40 Asia/Tehran
  • Tirkiyê êrişa Îsraîlê ser Sûriyê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Tirkiyê êrişa Rejîma Siyonîst ser navçeya navbirr û pêşveçûna li axa Sûriyê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya wezareta karên derve ya Tirkiyê da hetiye: Îsraîl careka din fikrê xwe yê dagirkiriyê nîşan da. Vê wezaretxaneyê herwiha pêgîrî kir: Em li Tirkiyê li ser piştgîriya xwe ji desthilatdarî, yekbûna siyasî û yekperçetiya axê ya Sûriyê pêgîriyê dikin.

Eva di halekî da ye ku êrişên hêzên ser bi Tirkiyê li bakûr û bakûr rojhilata Sûriyê ser HSD pêk hatine. Hêzên ser bi Tirkiyêl ji 4 rojan berî nika ve operasiyoneke bi armanca dagirkirina bajarê Minbicê û navçeyên derdora wê destpê kirin. Bajarê Minbicê û navçeyên derdora wê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.