Nerazîbûna himber wêdadayîna şaredaran li Dêrsim û Pilûrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352244-nerazîbûna_himber_wêdadayîna_şaredaran_li_dêrsim_û_pilûrê
Şaredarên Dêrsim û herêma Pilûrê ji hêla hikûmeta Tirkîyê va hatin wêdadayîn û hikûmet sergêr ango qeyyûm danî dewwsa wan ku ev yek bû sedema nerazîbûna berfire ya gel.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 23, 2024 16:02 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna himber wêdadayîna şaredaran li Dêrsim û Pilûrê

Şaredarên Dêrsim û herêma Pilûrê ji hêla hikûmeta Tirkîyê va hatin wêdadayîn û hikûmet sergêr ango qeyyûm danî dewwsa wan ku ev yek bû sedema nerazîbûna berfire ya gel.

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê piştî wêdadayîna şaredarên bijartîyê gel yên DEM Partîyê li Dêrsimê Cevdet Konak û şaredarê herêma Pilûrê CHPyî, sergêr danî dewsa wan. Ev yek bû sedema berteka tund a gel û gel daket kolanan û di navbera wan û hêzên polîs da pevçûn derket.

Şaredarê wêdadayî yê Dêrsimê bi tawana ``endametîya di komên neqanûnî da`` bêyî derfeta berevanîyê du rojan berî nika, cezaya 6 sal û 3 mehên zîndanê jê ra hat birrîn.

Ev biryara hikûmet û Dezgeha Dadwerîyê bû sedema berteka tund a welatîyên tirkîyeyî. Nerazî li ber avahîya Şaredarîya Dêrsimê kom bûn ku hêzên polîs ew belav kirin. Di navbera polîsan û nerazîyan da gêre û pevçûn derket û nerazîbûna himberê vê biryara hikûmetê didome.