Hewldana ji bo berendambûna Erdogan li Hilbijartinên 2028`an
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352196-hewldana_ji_bo_berendambûna_erdogan_li_hilbijartinên_2028_an
Rojnameyeka Tirkiyê nivîsî Partiya Dad û Geşepêdanê li dû berendamkirina dubare ya Erdogan di hilbijartinên 2028`an da ye.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 20, 2024 05:08 Asia/Tehran
  • Hewldana ji bo berendambûna Erdogan li Hilbijartinên 2028`an

Rojnameyeka Tirkiyê nivîsî Partiya Dad û Geşepêdanê li dû berendamkirina dubare ya Erdogan di hilbijartinên 2028`an da ye.

Rojnameya Dêylî Sabah, di raporekî da hewldana AKP`ê û pilandarêştina vê partiyê ji bo berendamkirina dubare ya Receb Teyîb Erdogan di hilbijartinên serokomartiyê ya 2028`an da aşkera kir û ji zarê yek ji rayedarên payebilind ên AKP`ê nivîsî, Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê û serokê vê partiyê, wê careka din di dewra yekem a hilbijartina tê ya serokomartiyê da bi ser bikeve lê ji hêla qanûnê ve êdî îzna berendambûna ji bo hilbijartina serokomartiyê tineye.

Erdogan di mideha zêde ji du dehekan de çi weki serokwezîr û çi jî serokomar, rêkora dewra herî dirêj a desthilatdariyê di dîroka siyasî ya Tirkiyê da ser navê xwe qeyd kiriye. Dewra nika ya serokomartiya wê dê di sala 2028`an de bi dawî were.

Di van salên buhurî da Tirkiye bi serokatiya Erdogan, rastî pirsgirêk û qeyranên cidî yên aborî ve hatiye û bihaya Lîrê Tirka pirr daketiye.