Serokê MHP`ê: PKK nikare Kurdan temsîl bike
Serokê MHP`ê, Dewlet Baxçelî got: PKK nikare li Tirka Kurdan temsîl bike.
Baxçelî di Civîna partiya xwe da got: Ez bang li hemî xwîşk û birayên xwe yên Kurd dikim, PKK nikare Kurdan temsîl bike. Niha bi eşkere hat dîtin hinek bi gavekê ber bi pêş va diçin, hinek jî hewl didin rêgiriyê li wan bikin. Yên ku duh ji bo serekê terorîstan hevrê bûn, niha bûne xulamên Amerîkayê. Em ê ewladên esîl ên gelê Tirk nekin qurbanê zirewladên Baydên. Mafê me û vê yekê nîne. Werin em bi yek bin, em bi hev ra bin, em hemî bi hev ra Tirkiye bin.
Serokê MHP`ê got: Hevalbendiya Cumhur, hema Komara Tirkiyê ye, Peywira min a dozî û wijdanî ye ku ez wê yekê bidim bibîrxistin ku eger rojeva welat, ala, gel û dewlet di navbera me û serokomarê me da be, tu cudabûn çênabe.