Tê texmîn kirin li rojhilata Tirkiyê berf û baran bibare
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352191-tê_texmîn_kirin_li_rojhilata_tirkiyê_berf_û_baran_bibare
Li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê tê texmîn kirin ku îşev û sibê berf û baran dê bibare.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 19, 2024 10:51 Asia/Tehran
  • Tê texmîn kirin li rojhilata Tirkiyê berf û baran bibare

Li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê tê texmîn kirin ku îşev û sibê berf û baran dê bibare.

Li herêmê bi gelemperî baran dê bibare lê li rojhilata Sêrt û Şirnexê, bakurê Dêrsîm û Bîngolê, başûrê Bidlîsê û bilindahiyên Colemêrgê jî şilope û berf dê bibare.

Li gorî texmîna serêveberiya hewanasiyê ya Tirkiyê, barîna berf û baranê ji îşev û pê va li derdora Meletî û Semsûrê, ji sibehê û pê va li derdora Dêrsîm, Elezîz û Bîngolê û her wiha ji sibê nîvro û pê va jî li derdora Mûş, Bidlîs, Batman, Sêrt, Şirnex û Colemêrg û herwisa li bakurê Diyarbekirê dê baran gurr û zêde be.