Nerazîtiyên dijî hikûmetê li Tirkiyê li berteka wêdebirina çend şaredaran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352033-nerazîtiyên_dijî_hikûmetê_li_tirkiyê_li_berteka_wêdebirina_çend_şaredaran
Gelê Tirkiyê li hember wêdebirina şaredarên çend bajarên vî welatî nerazîtiya xwe dan diyarkirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 07, 2024 15:03 Asia/Tehran

Gelê Tirkiyê li hember wêdebirina şaredarên çend bajarên vî welatî nerazîtiya xwe dan diyarkirin.

Nerazîtiya gelê Tirkiyê piştî wêdebirina şaredarên Esenyûrta Stenbolê, Mêrdîn,Batman û  Heleftî destpê bûne. Di eynî demê de Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê jî bi weşandina  daxuyaniyekê lidarxistina her cure kombûn û xwenîşandanekê li  12 parêzgehên vî welatî qedexe kiriye.

Li gorî daxuyaniya  Polîsê Giştî yê Tirkiyê heta niha li bajarên Mêrdîn, Êlih, Rûha, Wan, Amed, Stenbol, Antalya û Edeneyê 140 nerazî  hatine desteserkirin.Dîmenê belavbûyî nîşan didin ku  li hin cihan nakokiya di navbera neraziyan û hêzên ewlehiyê rastî   şîdet û tundiyê  hatiye û hêzên ewlehiyê  ji bo belavkirina wan maşînên av reşandinê bi kar tînin.Zêrevanê Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê bi weşandina daxuyaniyekê wêdebirina şaredarên ku xelkê  bijartine şermezar kir.