Enqere: Em êrişa Îsrayîlê ser Îranê bi tundî şermezar dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i351874-enqere_em_êrişa_Îsrayîlê_ser_Îranê_bi_tundî_şermezar_dikin
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê da ragihand ku êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê bi awayê herî tund şermezar dike.
(last modified 2024-10-26T13:34:27+00:00 )
Çirî 26, 2024 13:26 Asia/Tehran

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê da ragihand ku êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê bi awayê herî tund şermezar dike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, êrişa Rejîma Siyonîst ser hin bajarên Îranê ku serê sibeha îro Şemiyê pêk hat bi awayê herî tund şermezar kir. Di vê daxuyaniyê da hatiye: Em vê êrişa ku ji aliyê Îsraîlê ve ser Îranê pêk hat, bi tundî şermezar dikin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye, Îsrayîl ku li Xezzê jînosaydê dike, xwe amade dike li ser rexê rojavaya çemê Urdinê jî serdest bibe û hemû rojê sivîlan li Libnanê dikuje û navçeya me ber bi şerrekî mezintir ve kaş kirîye.