Cotmeh 09, 2024 21:02 Asia/Tehran
  • Erdogan, Îsraîl wekî rêxistina  terorîstî-siyonîstî da zanîn

Serokomarê Tirkiyê amajeyî vî yekî kir ku Têlavîv rêxistineka terorîstî siyonîstî ye û pêhişyarî da Rejîma Siyonîst ku ev rêya ku nika lê dimeşe, tenê wê bigihîje bêhêvîtî û şikestê.

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, di axiftina xwe ya di civîneka koma parlimanterên partiya xwe da got: Di siyaseta Tirkiyê de wê cihek ji bo peywendiyên siyasî li gel Rejîma Siyonîst a terorîst tinebe.Erdogan bi rexneya ji êrişên Rejîma Siyonîst ser Libnan û Xezzê, vê rejîmê rêxistineka terorîstî siyonîstî wesif kir û careka din hêzxortên welatên rojavayî, bi taybet Amerîkayê ji ber piştgîriya ji Siyonîstan rexne kir. Serokomarê Tirkiyê herwiha pêhişyarî da ku pevçûna di navbera Îranê û Rejîma Siyonîst wê xetera pêkhatina pevçûna navçeyî zêdetir bike.