Li Tirkîyê 65 gumanbarên hevkarîya tev DAIŞ`ê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i350700-li_tirkîyê_65_gumanbarên_hevkarîya_tev_daiŞ_ê_hatin_desteserkirin
Li 17 parêzgehên Tirkiyê, di 5 rojên dawî de 65 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Tebax 23, 2024 16:33 Asia/Tehran
  • Li Tirkîyê 65 gumanbarên hevkarîya tev DAIŞ`ê hatin desteserkirin

Li 17 parêzgehên Tirkiyê, di 5 rojên dawî de 65 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li rûpela xwe ya Xê ragihand:“Li 17 bajaran li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê di 5 rojên dawî de operasyonên ‘Çakûç 9’ê hatin lidarxistin û 65 gumanbar hatin desteserkirin.”Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya operasyon li Edene, Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Bolu, Hatay, Stenbol, Kirikkale, Konya, Mêrsîn, Sakarya û Mugla, Sêwaz, Riha, Çewlîg, Kilîs û Meletîyê hatine lidarxistin.Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîyê got: Berî vîya jî 147 kes bi tawana hevkarîya tev DAIŞ`ê hatine girtin.Hêzên emnî yên Tirkîyê bi awayekî berdewam endam û hogirên DAIŞê dişopînin û digirin. Koma terorîst a DAIŞê bi caran berpirsyarîya operasyonên terorîstî yên li Tirkîyê daye ustîyê xwe.