Tirkiye: Divê Îsraîl ji ber cinayetên dijî mirovantiyê berpirsyar bê zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i348450-tirkiye_divê_Îsraîl_ji_ber_cinayetên_dijî_mirovantiyê_berpirsyar_bê_zanîn
Rêvebirê Ragihandinê yê Tirkiyê rejîma Îsraîlê bi berdewamiya van kiryaran tawanbar kir ku taybetmendiya wan şideta bêrawestan û binpêkirina mafên mirovan dijî Filistîniyan e.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
May 28, 2024 14:21 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Divê Îsraîl ji ber cinayetên dijî mirovantiyê berpirsyar bê zanîn

Rêvebirê Ragihandinê yê Tirkiyê rejîma Îsraîlê bi berdewamiya van kiryaran tawanbar kir ku taybetmendiya wan şideta bêrawestan û binpêkirina mafên mirovan dijî Filistîniyan e.

Fexredîn Altûn diyar kir ku divê rejîma Îsraîlê ji ber cinayeta dijî mirovantiyê bê darizandin û diyar kir ku Îsraîl ji xwîn û rondikên mirovên bêsûc qet têr nabe. Li Tel Avîvê rejîmeke bikuj heye ku li ber çavên cîhana şaristanî jînûsaydê û qirrê dike.Altûn herwiha got ku civaka navneteweyî bila bi qasê têrê li hember qeyrana li ZÎvala Xezzê bersivê bide. Rêvebirê ragihandinê yê Tirkiyê herwiha rexne li bêrêziya kûr a li hemberî jiyana mirovan ji hêla Rejîma Siyonîst ve kir û ew yek bi şerm, hovane û binefret bi nav kir.Altûn bang li civaka navneteweyî kir ku helwestek yekgirtî li hember şidetên ku li sivîlên Filistînî, ji wan jin, zarok û kal û pîran ketine, bigirin ber xwe û li ser kiryarên cîhanî tevî berxwedana muhtemel a hevalbendên lsraîlê pêgîrî kir.