Fîdan: Tecrîda dîplomatîk û yasayî ya Îsraîlê pir pêwîst e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i348364-fîdan_tecrîda_dîplomatîk_û_yasayî_ya_Îsraîlê_pir_pêwîst_e
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê hêvî kir ku welatên zêdetir di dosyeya şikata li dijî Rejîma Siyonîst li Dîwana Edaletê ya Navdewletî beşdar bibin.
(last modified 2024-05-24T03:08:29+00:00 )
May 24, 2024 06:29 Asia/Tehran
  • Fîdan: Tecrîda dîplomatîk û yasayî ya Îsraîlê pir pêwîst e

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê hêvî kir ku welatên zêdetir di dosyeya şikata li dijî Rejîma Siyonîst li Dîwana Edaletê ya Navdewletî beşdar bibin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan got: Enqere hêvî dike ku hejmara welatên ku ji dosiya li dijî Rejîma Siyonîst li Dîwana Navnetewî ya Edaletê (Dadgeha Laheyê) ji ber cinayetên cengê li Xezeyê piştgiriyê dikin, zêdetir bibin.Fîdan di konferanseke hevpar de ligel hevtayê xwe yê Venezuelayî got: Piştî Tirkiyê, hejmareke welatan biryar dane ku beşdarî dosiya Afrîqaya Başûr li dijî Îsraîlê bibin. Em hêvî dikin ku hejmara van welatan zêdetir bibe. Tecrîda dîplomatîk û yasayî ya Îsraîlê gelekî pêwîst e.