Partiyên dijberê serokomarê Tirkiyê di hilbijartinên şaredariyan de li pêş in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i347386-partiyên_dijberê_serokomarê_tirkiyê_di_hilbijartinên_şaredariyan_de_li_pêş_in
Encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan li bajarên girîng ên Tirkiyê nîşan didin ku berbijarên Partiya Komarîxwaz a Gel li pêş in.
(last modified 2024-04-01T01:03:38+00:00 )
Nîsan 01, 2024 04:23 Asia/Tehran
  • Partiyên dijberê serokomarê Tirkiyê di hilbijartinên şaredariyan de li pêş in

Encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan li bajarên girîng ên Tirkiyê nîşan didin ku berbijarên Partiya Komarîxwaz a Gel li pêş in.

Li gor amarên fermî, li sê bajarên girîng yanê Stenbol, Enqere û Îzmîrê berbijarên Partiya Komarîxwaz a Gel karîn piraniya dengan bi dest bixin.

Li gor encamên destpêkê yên  hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê, Ekrem Îmamoglû siyasetmedarê Partiya Komarîxwaz a Gel li Stenbolê li pêş e û dijberên din ên Receb Teyîb Erdogan li Enqere û Îzmîrê li pêş in û li Enqerê jî Mensûr Yavaş, şaredarê niha yê Partiya Komarîxwaz a Gel  li pêş e.

Li gor medyaya Tirkiyê Partiya Komarîxwaz a Gel li parêzgehên rojavayê Tirkiyê wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn û gelek parêzgehên din li pêş e û li parêzgehên din di hilbijartinan de bi ser ketiye.Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan vê sibê got: Hilbijartinên şaredariyan ne dawiya karê me ye, belku xaleke zivirînê ye û got: Emê encamên hilbijartinên şaredariyan bi zelalî şirove bikin û rewşa xwe bi rexneyên avaker hilkolînin.